PoliticsTop

Di dema ablûqeyê de bi qasî 240 milyon dolarî zirarê dîtibû aboriya Artsaxê

Hikûmeta Artsaxê daneyên îstatîstîkî yên roja 128emîn a dorpêçê eşkere kir.

Bi sedema rawestandina neştergeriyên plankirî li hemû dezgehên pizîşkî yên Artsaxê, nêzîkî 1100 hemwelatî ji derfeta çareserkirina pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê bi rêya neştergeriyê bêpar mane, ku di 4 rojên borî de bi qasî 20 a zêde bûne.

Heta îro 326 nexweş bi navbeynkarî û serperiştiya Xaça Sor a Navdewletî ji bo dermankirina guncaw ji Artsaxê bo Ermenistanê hatin veguhestin. Ji bilî vê, ne mimkun e ku nexweşên paldayî werin veguheztin, ji ber ku aliyê Azerbaycanê tevgera ambûlansa Artsaxê asteng dike, û ambulansa Xaça Sor tune ye û veguhestina nexweşan bi wesayitên asayî pêk tîne, hemî di rewşa rûniştî de.

Di encama dorpêçê de 570 zarok, bi giştî derdora 3 900 kes nikarin vegerin malên xwe, hinek ji wan jî bi piştgiriya Xaça Sor û hêzên aştiyê yên Rûsyayê berê xwe dane malên xwe. Ti welatiyekî bi serbestî li ser rêya Stêpankert-Gorîs negeriya, û bûyerên du alî çûnûhatina mirovan bi qasî 184 qat kêm bû û ew jî tenê bi piştgiriya Xaça Sor û hêzên aştiyê yên Rûsî bû.

Ji wê rêyê girtî re ti otombîleke welatiyên Artsaxê derbas nebû, û tevgera otombîlên Xaça Sor û aştîparêzên Rûsî hema hema 49 caran kêmtir bû, ji ya ku bê dorpêçkirin. Yanî di 4 rojên dawî de tenê 16 ketin û derketina wesayîtan hatine tomarkirin.

Nêzîkî 12 qat kemtir kelûmelên jiyanî tenê ji hêla Xaça Sor û aştîparêzên Rûs ve hatine îthalkirin, ji ya ku di rastiyê de diviyabû bê bloke bûya.

Azerbeycanê di dema dorpêçê de bi tevahî 62 roj gaza ji Ermenîstanê bo Artsaxê bi tevahî an jî qismî qut kir û 99 roj in ceyran bi tevahî qut bûye.

860 saziyên aboriyê, ji ber ku di bin dorpêçê de nekarîne kar bikin, xebatên xwe dane sekinandin û yên mayî jî bi rêjeyeke qismî an jî bi piştgiriya dewletê xebatên xwe dimeşînin.

Ji ber dorpêçkirin û têkçûna binesaziyên jiyanî, ji destpêka dorpêçê heta niha derdora 10 300 kes, ku zêdetirî 50% ê karkerên sektora taybet e, kar û çavkaniya debara xwe ji dest dane.

Di dema dorpêçê de, aboriya Komara Artsaxê bi qasî 240 mîlyon dolar zirar dît.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button