PoliticsTop

Azerbaycan bi gefên hêzê hewl dide armancên xwe yên tundrew pêş bixe: Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê

Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê der barê hewldanên Serokkomarê Azerbaycanê yên ji bo astengkirina pêvajoyên çareseriyê yên li Başûrê Kafkasyayê de daxuyaniyek da.

Teksta daxuyaniyê wiha ye:

” Di 18ê Nîsana 2023 de, daxuyaniyên Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev, careke din niyeta wî ya binpêkirina hewldanên aliyên Ermenî û civaka navneteweyî yên ji bo pêkanîna aştiyê li Kafkasya Başûr, nîşan dide.

Bi van daxuyaniyan Îlham Alîyev bi awayekî vekirî nehurmetê nîşanî gelek hevkarên navneteweyî dide, ku Azerbaycan bi amadebûn û navbeynkariya wan yekparetiya axa Ermenîstanê nas kir û gelek erkên zelal girt ser xwe.

Her wiha serokkomarê Azerbaycanê bi daxûyaniya xwe bi eşkere rastiya plansaziya êriş û dagirkirina herêmên serwer ên Komara Ermenîstanê qebûl dike û niyeta xwe ya ji bo qirkirina etnîkî ya gelê Qerebaxê jî eşkere dike. Serokomarê Azerbaycanê, ku di bin serokatiya wî de binpêkirinên sazûmanî yên hovane û eşkere yên mafên mirovan û mafên grûpên curbecur li wî welatî pêk tên, bi eşkere gefên ontolojîk li xelkê aram ên Qerebaxaê, ku li welatê xwe dijîn, dike.

Gotinên nefretê, yên ku ji aliyê serkirdayetiya payebilind a Azerbaycanê ve li hember gelê ermenî têne gotin, bi eşkere armanc dike ku bêtehamulî û nefreta himberî gelê Ermenî kûrtir bike, ku bi dehan salan ji hêla dewletê ve di nav raya giştî ya Azerbaycanê de tê belav kirin.

Her wiha ji daxuyaniyên serkirdayetiya siyasî ya Azerbaycanê ve hatiye, ku çend roj berê leşkereken Azerbaycanê bi awayekî neqanûnî êrişî nav axa Ermenîstanê kirin û bi qestî welatiyekî ermenî bi hovane kuştin û xwestin aliyê Azerbaycanê li ser vê yekê û niyeta xwe, agahdar bikin, ku gelek sivîlên din ên Ermenî jî bikujin. Em piştrast in, ku piştî daxuyaniya Serokomarê Azerbaycanê, ew tawanên navborî li ser asta dewletê têne organîzekirin, ew nikare bibe sedema gumanê di nav civaka navdewletî de.

Azerbaycan li şûna, ku li çareseriyên bi îstîqrar û mayînde ji pirsgirêkên, ku bi salan e li herêmê kom bûne, bigere, bi bikaranîna hêz û gefên hêzê hewl dide, armancên xwe yên tundrew pêş bixe. Aliyê ermenî çend caran hişyarî da li ser siyaseta ku ji aliyê Azerbaycanê ve tê meşandin, û bala civaka navneteweyî kişandiye ser metirsiya van pêkanînan.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button