CultureSocietyTop

Cigîra wezîrê perwerde, panist, çand û werzişê Svajcyan spasname radestî mamosteyên zimanê êzdikî kir

Bi fermana wezîrê perwerde, panist, çand û werzişê ya Komara Ermenîstanê 5 mamostayên Êzidî bi spasnameyê hatin xelatkirin.

Ji aliyê Wezareta perwerde, panist, çand û werzişê ya Komara Ermenîstanê, cigîra wezîr Araksîa Svacyan spasnameyê pêşkêşî mamosteyên êzdî kir, ku di warê perwerdeyê de keda mezin dane.

Cigîra wezîr spasiya xebata mamostayan kir û daxwaz ji wan kir, ku li dibistanê bimînin û erka xwe ya perwerdekar, berdewam bikin.

“Nimûneya we ya perwerdekirina nifşan dikare ji bo hemî nûnerên hindikahiyên neteweyî vegirtî be,de ku ji wan re jî derfet tê dayîn, ku nirx û çanda xwe ya neteweyî biparêzin:” got Araksîa Svacyan.

Hat destnîşankirin, ku mamosteyan spasiya xwa dan û destnîşan kirin, ku perwerde pişta hemû miletan e û Ermenîstan tekane welatê dinyayê ye, ku di dibistanên dewletê da êzdikî tê dayîn.

Di hevdîtinê de mamosteyan pirsên ku di warê perwerdehiya giştî de eleqedar bûne ji cigîra wezîr re dan. Araksîa Svacyan bang kir ku serlêdana sertîfîkaya dilxwazî ​​​​bibin, û bi vî rengî fersendek hebe ku dravê zêde bistînin.

Li gel mamosteyên zimanê êzdikî, serokê rêxistina “Perwerdehî, zanist, çand, werzîşa êzdiyatiyê û niştecihbûnên Êzdîyan” Hesen Tamoyan jî amade bû .

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button