
Serokê Komarê Vahagn Xaçatûryan bi minasebeta sersala nû ji nûnerên civaka Êzdiyên Ermenistanê re peyameke pîrozbahiyê şandîe.
Di peyamê de bi taybetî wiha tê gotin:
“Ez bi helkefta sala nû ya Êzdiyên Ermenistanê ji dil û can pîroz dikim.
Sersala nû ji bo hemwelatiyên me yên êzdî û gelê êzdî yên cîhanê bi aramî û serkeftinên berdewam be.
Têkiliyên dîrokî û çandî yên di navbera gelên Ermenî û Êzdî de vedigere sedsalan. Têkiliyên di navbera gelên me de bi piştgiriya hev, dilovanî û sempatiya ji bo hev û daxwaza derbaskirina zehmetiyan bi hev re ye.
Îro jî civaka Êzidî ya Ermenîstanê, bi parastina mîrasa xwe ya manewî û çandî, di warên jiyanê yên Ermenîstanê de cih digire û di pêşketina welatê me de dibe alîkar.
Ez bawer im ku dostaniya gelên ermenî û êzdî li ser kevneşopiyên hatine avakirin hê zêdetir xurtir bibe.”