
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di 18ê Nîsanê de bersiva vê pirsê da ku Ermenîstan di warê hevsengkirina ferqa di navbera çekdarên Ermenistan û Azerbaycanê de çi planên xwe hene.
“Planên me yên cidî hene ji bo vegerandina wê şikestê, lê ez difikirim ku divê em vê mijarê bi raya giştî re nîqaş nekin. Ez amade me ku ne tenê bi hevalên xwe yên siyasî re, bi muxalefeta parlamentoyê re jî li pişt deriyên girtî van mijaran nîqaş bikim.”