All NewsTop

Nîkol Paşînyan û Vladîmîr Pûtîn di sala 2022an de 6 hevdîtinên dualî û 20 xeverdanê telefonî pêk anîne

Di sala 2022 de, Komara Ermenîstanê di warê siyasî, aborî, leşkerî, ewlehî û yên din de hevkariya bi Federasyona Rûsyayê re berfireh dike.

Ev yek ji aliyê hikûmeta Ermenistanê ve di raporta pêşkeftin û encamên bernameya xwe ya sala 2021-2026an de di sala 2022an de hatiye gotinê.

Di raporê de tê gotin ku bi boneya 30. salvegera damezrandina têkiliyên dîplomatîk çalakî hatin lidarxistin.

Her wiha tê gotin ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di çirêa paşin 2022an de bi ji bo Civîna Konseya Ewlehiya Kolektîf a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf serdana Ermenîstanê kiribû. Di sala 2022an de 6 hevdîtinên dualî yên Serokwezîrê Ermenîstanê û Serokê Federasyona Rûsyayê û 20 axaftinên telefonê pêk hatine.

Di raporê de hat destnîşankirin ku bazirganiya Ermenîstan û Rûsyayê di sala 2022an de nêzî 5 milyar dolar bûye, li himberî sala 2021 an da 2,6 mîlyar dolar, ku ji sedî 91,7 zêde bûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button