EconomicsPoliticsTop

Li Komara Ermenîstanê 12,6% mezinbûna aborî hat tomarkirin. Derket holê, ku Ermenîstan di cîhanê de di rêza 4emîn de ye: Paşînyan

Li gorî encamên sala 2022’an li Komara Ermenîstanê 12,6% mezinbûna aborî hat tomarkirin. Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nikol Paşînyan li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsî û got, ku roja borî jî ji weşanên rêxistinên navneteweyî derketibû holê ku, li gorî vê nîşaneyê Komara Ermenîstanê li cîhanê di rêza 4emîn de ye.

“Di sala 2022-an de, li gorî sala 2017-an, dahatên bacê yên butçeya dewletê zêdetirî 2 milyar dolar zêde bû:”serokwezîr nivîsî û vîdyoya axaftina xwe, ya di rûniştina duyemîn a Encûmena siyaseta aborî ya girêdayî serokwezîrê Komara Ermenîstanê de, wêşand.

“Li gorî sala 2018’an 1,8 milyar dolar û 53%, ev jî nîşanek pir girîng e. Di Kanûna Pêşina 2022-an de, me li Komara Ermenîstanê indexa dîrokî ya ya herî bilind a karên qeydkirî tomar kir. 704 hezar kar hatin tomarkirin. Li gorî encamên sala 2022’an 13 % betaliya me heye, ev jî di deh salên dawî de nîşaneke gelekî kêm e. Di çaryeka sêyemîn de rêjeya bêkariyê daket 11,6% ’an:” got Paşînyan

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button