PoliticsTop

Gelek pirsgirêkên ewlehiyê li Qerebaxê nayên çareserkirin, ji bo çareserkirina wan pêwîstî bi hebûna navneteweyî heye: Sekreterê Konseya Ewlekariyê

Me got ku em ê di mijara Korîdora Laçînê de muzakereyê nekin, niha jî heman helwesta me heye.

“Di vê mijarê de her tişt şert e, ya pêwîst ew e, ku Azerbaycan erkên xwe bi cih bîne û divê Rûsya Azeriyan ji Korîdora Laçînê derxe, ji ber ku li gorî daxuyaniya 9’ê Çiriya Paşinê, divê Korîdora Laçînê di bin kontrola hêzên aştîparêz ên Rûsyayê de be:” Sekreterê Konseya Ewlekariyê Armen Grîgoryan got.

Armen Grîgoryan li ser mijara ewlekariya Artsaxê jî got. “Ewlehiya Qerebaxê dikare bibe vekişîna hêzên çekdar ên Azerbaycanê ji xeta pêwendiya Qerebaxê heta dûrbûnek diyar. Gerantiyên ewlehiyê yên zêde dikarin hebûna navneteweyî ya li Qerebaxê û Korîdora Laçîn be. Forma danûstandinên Stepanakert-Bakûyê dikare bibe garantiya ewlehiyê, eger hebûna navneteweyî hebe û lihevkirinên, ku têne kirin, di wan danûstandinan de garantiyê çêbikin.”

Li ser pirsa, ku eger aştîparêzên rûsî jixwe li wir bi cih bûne, ew çawa hebûna navneteweyî li Qerebaxê difikire, Armen Gîrigoryan wiha bersiv da: “Hebûna navneteweyî ji hebûna Rojava zêdetir cîhanî ye. Hebûna navneteweyî dikare garantiyên ewlehiyê yên, ku me li Artsaxê hêvî diki, bike . Em dizanin ku li Qerebaxê gelek pirsgirêkên ewlehiyê nayên çareserkirin û ji bo çareserkirina wan pêwîstî bi hebûna navneteweyî heye. Cûreyên hebûna navneteweyî hene, wek nimûne, ew dikare sivîl be. Di vir de ya girîng e garantiyên ewlehiyê, yên ku em dixwazin bistînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button