Piştî şoreşa 2018’an Ermenîstanê ragihand, ku di siyaseta xwe ya derve de tu guhertinan nake. Ev yek ji aliyê Sekreterê Konseya Ewlekariyê Armen Grîgoryan ve hat ragihandin.
“Heya Kanûna 2021’an ez wekî karmend neçûme tu ti paytextek Rojava de, min bi hevkarekî xwe re hevdîtin nekir. Ev nîşaneya polîtîka û helwestên me yên derve bû. Ez çûme Moskova, Astana, Bîşkek.
Piştî şerê sala 2020’an jîngeha ewlekarî ya Ermenîstanê di nava şert û mercên pir metirsîdar de xuya bû, lê heta wê demê me bi Moskowê re axivî û lihevkirinek pêk hat ku, wek mînak, sînorê Ermenîstanê xeta sor e, Ermenîstan ji bo hevkariyeke nêzîk amade ye . Piştî wê, di sala 2021 de, du êrîş li ser Ermenîstanê pêk hatin, di Gulan û Çiriya Paşinê de. Pirsgirêkek heye, ku em li hawîrdora xwe ya ewlehiyê bifikirin. Ez ne tenê çûme paytextên Rojava, li Îran, Hindistanê jî geriyam û me hewl da ku pirsgirêkên xwe yên ewlehiyê çareser bikin.
Me di Gulan, Çiriya Paşin de ji bo alîkariyê serî li RPEK da û dema ku me alîkarî nestand, me hewl da ku li alternatîfan bigerin. Û dema ku ew me bi guhertina hin siyaseta derve tawanbar dikin, ez ê wan sûcdar bikim, ez ê bibêjim, ku bifikirin, me pêşê ji we alîkariyê xwastg, em dibêjin, pirsgirêka me a Gulana, Çiriya Paşin 2021 de çareser bikin. Dema me dît, ku we çareser nekir, em çûn li garantiyên ewlehiyê ji bo xwe geriyan:” got Armen Grîgoryan.
Wî her wiha da zanîn, ku wê demê şer li Ukraynayê nebû. “Niha pir kes nîqaş dikin ku ev hemî, dibe ku ji ber şerê li Ukraynayê diqewime. Na, ji ber pratîka me ev hemû pêk tên.
Ez ê ji vê re nebêjim guhertinek vektor, ez ê jê re bibêjim lêgerîna hin garantiyên ewlehiyê. Ji ber ku em li Delhîyê jî li wan garantî û derfetan digerin:” Armen Grîgoryan ragihand.
Armen Grîgoryan diyar kir, ku Ermenîstan li bendê ye, ku RPEK rewşa ku hatiye afirandin binirxîne û sînorên, ku divê biparêze nas bike.
Sekreterê Konseya Ewlekariyê li ser pirsa gelo mimkun e ku têkiliyên Ermenîstan-NATO derkeve asteke nû, got? “Ez dikarim li ser têkiliyên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re biaxivim, ew bi xurtî pêş dikeve. Em hewl didin ku di çarçoveyek berfireh a aboriyê de bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re têkiliyek hebe. Têkiliyên bi Amerîkayê re ji bo ku teknolojiyên pêşkeftî bibin, pir girîng in. Herî dawî di warê aborî de du serdanên me yên bilind hebûn. Ji aliyê leşkerî-siyasî ve hê ne di qonaxa, ku bên nîqaşkirin de ne. Ji bo hevkariyên bi vî rengî dem lazim e.”