PoliticsTop

Bi Azerbaycanê re peyman hebûn, lê piraniya wan hatin binpêkirin. Sekreterê Konseya Ewlekariyê derbarê rewşa gundê Texê de

Bi Azerbaycanê re peyman hebûn, lê Azerbeycanê ew peyman binpê kir.

“Bi giştî, berê nîqaşên curbecur hatin kirin, hemû mijar hatin nîqaşkirin, biryar hatin girtin, divê li gorî wan çalakî bihatan kirin. Bi awayekî xwezayî, Azerbaycanê piraniya peymanan binpê kir û ev rewş ji ber binpêkirina wan derket. Niha lêpirsîn tê kirin, da ku bê fêmkirin kêmasiyên me çi ne:” Sekreterê Konseya Ewlekariyê got.

Armen Grîgoryan bersiv da çavdêriya, ku Serokwezîr Nîkol Paşînyan gotibû, ku ew li bendê ne, ku ev peyman wê bihatana binpêkirin. “Pirsgirêkên sîstemê hebûn, ji bo wan lêkolîn tê kirin, da ku bizanin, ka pirsgirêkên me yên pergalê çi ne.”

Her wiha bal kişand ku li wir sînorek diyarkirî heye û ji aliyê her kesî ve tê zanîn. “Li herêma Yekîtiya Sovyetê, ku bi Daxuyaniya Almatayê ve bûye sînorê navbera dewletan, sînorek diyarkirî heye. Ez wisa difikirim ku her kesî jixwe qeyd kiriye, ku azerî di nav axa Ermenîstanê de ne. Ji bo derxistina wan divê em bixebitin:” wî got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button