PoliticsTop

Wezareta Derve ya Komara Ermenîstanê û Federasyona Rûsyayê li ser rewşa herêmê û hevkariya li Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê şêwirîn

Rûsya û Ermenistan helwesta hevpar a xurtkirina ewlehiyê li herêma Avrasyayê piştrast dikin û rê nedin, ku bandoriya mekanîzmayên hevkariyê têk bibe. Ev di peyama Wezareta Derve ya Rûsyayê de, ku encamên şêwirên di navbera Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Andrey Rudenko û Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan de bi kurtî eşkere dike. “Gelek mijarên hevkariyê yên li ser platformên piralî hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser hevkariya di çarçoveya Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê û Rêxistina Hevkariya Şanghayê de hat kirin.

Helwesta giştî, ya yekkirina xebatên ji bo xurtkirina ewlehî û îstiqrarê li herêma Avrasyayê û nehêlana têkbirina karîgerîya mekanîzmayên, ku bi armanca hevkarîya pratîkî ya tevhev û sûdewar in, hat piştrastkirin.”

Hate zanîn ku aliyan li ser rewşa Transkafkasyayê û pêngavên welatên herêmê yên ji bo birêkûpêkkirina rewşê û aktîvkirina peywendiyên aborî û veguhestinê gotûbêj kirine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button