
Şandeya çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê û rapora Parlamenta Ewropayê, ku ji bo binpêkirina mafên mirovan li Azerbaycanê şermezar dike, dibe ku peymana, li ser du qatkirina hinartina gaza YEyê ji Bakûyê heta sala 2027an bigihîne 20 milyar metrekupê, bixe xeterê: “Politico” dinivîse.
Di 20ê Sibatê de Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya wê rêkeftinê de dest bi karê şanda sivîl kir. Wê li aliyê Ermenîstanê, ser sînorê Ermenîstan-Azerbaycanê bixebite. Hejmara giştî ya personelên mîsyonê wê nêzî 100 kes be, ku di nav wan de 50 çavdêrên bêçek hene.
Berpirsekî payebilind ê servîsa dîplomatîk a Yekîtiya Ewropî ji “Politico” re axifî û got, ku peywendiyên şanda çavdêran bi Azerbaycanê re xirab bûne. “Me bi Bakûyê re senaryoyek cûda hêvî dikir. Ji ber ku em naxwazin tu pirsgirêk derbikevin, di derbarê dewriyeyê û hwd de agahiyên têkildar pêşkêşî Azerbaycanê dikin.”
Digel ku Rûsya ji şerê wê yê wêranker li dijî Ukraynayê bala xwe kişandibû, Brukselê hêvî dikir ku hebûna xwe li Kafkasya Başûr bihêz bike bi rêya danîna peywendiyên aborî bi Azerbaycanê re û pêşkêşkirina piştgirîya siyasî ji Ermenîstanê re, da ku hevsengiya her du dewletên dijber bike.
“Politico” dinivîse, ku rapora parlemana Ewrûpayê, ku di bihara sala 2023an de hat weşandin û binpêkirinên mafên mirovan li Azerbaycanê şermezar kir, “li Bakûyê dibe sedema hêrsê” û “siya, li ser peymana gazê ya YE û Azerbaycanê, dixe.”







