PoliticsTop

Ji bo şermezarkirina kiryarên êrîşkar ên Azerbaycanê em banga gavên zelal dikin: Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê

Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tê gotin.

11’ê Nîsanê saet di 16.00’an de li ser xaka Komara Ermenîstanê, li herêma gundê Teghê ya herêma Syunîkê, komek leşkerên artêşa Azerbaycanê bi hinceta sererastkirina xalên cihê sînor, nêzî leşkerên Hêzên Çekdar ên Komara Ermenîstanê bune, paşê provakasyon kirine, û gulebarana bi çekên qalibên cuda ber bi serbaz û çeperên Hêzên Çekdar ên Ermenistanê ve kirine.

Leşkerên Hêzên Çekdar ên Komara Ermenîstanê çalakiyên bersivdayînê li dar xistin û xaka serweriya Komara Ermenîstanê parastin. Kuştî û birîndar hene.

Ev kiryarên hovane yên aliyê Azerbaycanê, tevî dilxwaziya aliyê ermenî, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser erdê bi danûstandinên avaker, pêk hatin.

Ev provokasyon binpêkirineke dinê ye li ser yekitiya axa Komara Ermenistanê ji alyê Azerbaycanê ve. Ev siyaseta Azerbaycanê ne nû ye, berdewamiya êrîşên, ku di Gulan û Çirya Paşina 2021an de li dijî Ermenîstanê hatin kirin, di Îlona 2022an de jî hatin kirin û di encama wan êrîşan de Azerbaycan herêmên Ermenîstanê dagir kir.

Ev rastiyek e, ku bikaranîna hêz û gefa bikaranîna hêzê beşeke bingehîn a siyaseta Azerbaycanê ye û armanc dike, ku rewşa navçê bi awayekî berçav têk bide û hewlên hevkarên navbeynkariyê , ji bo berdewamiya danûstandinên aştiyê, têk bibe.

Em bang li civaka navneteweyî û hemû hevkarên, ku bi aştî û îstiqrara herêmê re eleqedar in, dikin, ku bi daxuyaniyên armanckirî û gavên zelal, kiryarên êrîşker ên Azerbaycanê şermezar bikin û rê li ber alozbûna rewşê ji aliyê Azerbaycanê ve bigrin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button