All NewsTop

Vîdêo. Mizgefta Şîn. mirwarê mîmariya îranî li Ermenistanê

Ermenîstan her dem rêz û nêzîkatiyeke taybet ji mîrata çandî û kevneşopiyên olî yên neteweyên din re nîşan daye.

Li Ermenîstanê şopên hebûna ne xirîstiyanan hene: mizgeft, gor, bîrdarî. Mînaka vê ya herî zelal Mizgefta Şîn a Êrîvanê ye.

Li gorî çavkaniyên dîrokî, mizgeft di salên 1765-1768an de di serdema Hûsêyîn Elî Xan de, ku salên dawî yên xanedana Zendî ya Îranê ye, hatiye avakirin. Temenê wê nêzî 260 salî ye.

Tevî mîmariya eşkere ya îranî ya mizgeftê, hemû nivîsarên farisî yên li herêmê hatine parastin û bîranînên rêwiyan, Azerbaycan dev ji xeyalên xwe yên li hember mizgeftê bernade û hewil dide ku wê wekî mîrateyek çandî ya Azerbaycanê bide nasîn.

Bi gotina Seyîd Hûsên Tabataba, Şêwirmendê Çandî yê Balyozxaneya Îranê ya li Ermenîstanê, desteserkirina berhemên çandî yên welatên din ji aliyê Azerbaycanê ve ne tiştekî nû ye.

“Mixabin desteserkirina berhemên çandî yên welatên din ji aliyê Azerbaycanê ve ne nû ye. Xwedîderketina mîrata çandî û nirxên welatên din û danasîna wan ji bo xwe taybetmendiya hikûmeta Azerbaycanê ye û gelek mixabin. Li Tebrîzê jî mizgeftek bi heman navî Mizgefta Şîn heye. Û di vê avahîsaziyê de tu şopa mîmariya ne azerî nemaye. Hemû nîşanan nîşan didin ku mizgeft ji aliyê Îraniyan ve hatiye çêkirin, nivîsên wê bi farisî ne û guman nîne ku aîdî Îraniyan e.” Nivîsên bi farisî yên ku di salên cuda de li ser dîwarên mizgeftê mane jî îsbata îranîbûna mizgeftê dikin. Li ser xaka mizgeftê gorek hatîe dîtinê, li ser kevirê gorê nivîsên bi farisî hene.

Lêkolînerê beşa çavkaniyê ya Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî ya Netewî ya Ermenîstanê Tîgran Mîkayêlyan jî dibêje ku ev fikra ku mizgeft hatiye guhertin û ji azerî bo îranî hatiye guhertin, pûç e.

“Ji ber ku Azerbaycan bi xwe encama çanda Îranê ye, ji ber vê yekê şêwaz û mîmariya taybetî ku jê re Azerî bê gotin tune ye, piştî damezrandina Azerbaycanê şêwaza azerî dikare hebe.”

Mizgefta şîn a Êrîvanê delîlek berbiçav e ku Ermenistan hemî mîrateyên çandî diparêze. Bi gotina Tabataba:

“Hevalên Azerî yên ku îdia dikin ku Ermeniyan bêhurmetî li navendên me yên olî kirine û beraz di mizgeftan de xwedî kirine, ez wan teglîgî dikim ku bên Mizgefta Şîn û wê bibînin, bila bibînin ka dê bêhurmetiyeke herî biçûk jî ji Ermeniyan re bibînin. Bila werin û bibînin û ew bi xwe jî dê bersiva sûcên xwe yên pûç bistînin.”

Li nav axa Ermenîstanê ji xeynî mizgeftan, gelek abîdeyên din ên misilmanan hatine parastinê. Mînak tirba Karakoyûnlûyê li Argavandê, kevirê gora Aslan Xaplanî li Noradûsê, goristana serdema navîn a gundê Vorotanê ya herêma Syûnîkê û berhemên din.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button