
Alîkarê Serokwezîr Tîgran Xaçatryan û Serokê Ofîsa Serokwezîrtiyê Arayîk Harûtyûnyan li hikûmetê heyeta ku ji Alîkara Sekreterê Îdareya Îxracatê ya Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê Têa Rozman Kêndlêr û Balyoza Amerîkayê ya li Ermenistanê Krîstîna Qivîn serokatiya wê dike qebûl kirîe.
Li ser berfirehkirina peywendiyên bazirganî û aborî yên di navbera Ermenistan û Amerîkayê de, îmkanên pêşvebirina hevkariyê û pirsên din ên ku di berjewendiya herdu aliyan de ne, aliyan danustandina bîr û ramanan kirine.