All NewsTop

Ermenistan dikare rekoreke nû ya tûrîzmê bi dest bixe. Di sê mehên ewil ên sala 2023an de 450 hezar  tûrîst hatine Ermenistanê

Di dîroka deh salên dawî de Ermenistan îsal dikare jimareke rekor a tûrîstan werbigire. Komîteya tûrîzmê çaryeka yekem kurt kir. Li gotina wê hejmarên berdest ji nîşaneyên sala 2019’an ku heta niha rekor tê dîtin bi awayekî berçav zêdetir in. Piştî gurbûna nakokiyên Rûs û Ûkraynayê tûrîzma Ermenîstanê aktîv bûye, li gorî amaran zêdetirî nîvê tûrîstan ku serdana Ermenistanê dikin Rûs in. Li gel çalakiya tûrîzmê pisporên qadê hişyariyê didin ku divê binesaziya guncav bê pêşxistin.

Ermenistan wê îsal rekoreke nû bi dest bixe. Komîteya Tûrîzmê dide zanînê ku heger wiha here  îsal hejmara tûrîstan ku serdana welatê me bikin dê ji rekora sala 2019an derbas bike. Li Ermenîstanê di mehên Kanûna paşin, sibetê û Adarê de li gor heman heyama sala 2019an ji sedî 35 zêde bûye. Seroka Komîteya Tûrîzmê Sîsiyan Poghosîyan jî dibêje, meha Adarê jî ji hev cuda meheke rekorê ye.

“Di meha Adarê de 160 hezar tûrêst hatine Ermenîstanê, ev ji bo me jimareke gelek baş e, cara yekem e ku encameke wisa baş distîne. Di Adara 2019 de 118,000 tûrîstên me hebûn,” Poghosîan dibêje.

Di çaryeka ewil de zêdeyî 450 hezar geştiyar serdana welatê me kirin. Bi gotina komîteyê ev yek li gorî sala 2022’an bi qasî 200 hezar û ya heman heyama sala 2021’an jî 360 hezar zêde ye. 

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button