PoliticsSocietyTop

Ursula von der Leyen bersiv da jinên Artsaxê

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, ji bo jinên Artsaxê nameyek bersivand. Di nameyê de nîgeraniya xwe derbarê dorpêçkirina korîdora Berdzorê (Laçîn) nîşan da û destnîşan kir, ku Yekîtiya Ewropayê ji bo çareserkirina pirsgirêkê xebatên dîplomatîk didomîne.

“Bihêlin ez we piştrast bikim, ku YE di seferberkirina hewldanên dîplomatîk de berdewam dike ku, ji bo çareserkirina rewşê û gelek caran bang li Azerbaycanê û hemû aliyên beşdar kiriye, ku li gorî erkên, ku ji daxuyaniya sê alî ya 9ê Çirya Paşina 2020an derketine, tedbîran werbigirin ji bo dabînkirina tevgera azad û ewlehiyê di korîdorê re.”

Em bi bîr bînin, ku beriya niha jinên Artsaxê ji Ursula von der Leyen re nameyek vekirî nivîsîbûn û bang kiribûn, ku pêşî li qirkirina ermenîyên li Qarabaxê bê girtin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button