
Tê plankirin, ku di demek nêz de Yandex.hub li Ermenîstanê were vekirin. Ev yek, di hevdîtina Wezîrê Aboriyê yê Komara Ermenîstanê Vahan Kêrobyan û cîgirê serokê şîrketa Yandex, berpirsiyarê têkiliyên bi saziyên dewletê Pavel Demîdov de, hate gotin.
Wezîr bal kişand ser berfirehkirina xebatên şîrketê li Ermenîstanê, ku niha xizmetên taksî, xizmetên xwarinê dihewîne û ofîsa şîrketê jî dixebite li vir.
“Her wiha îhtîmala ketina Ermenîstanê ya Yandex.Market û pêşkêşkirina berhemên ermenî yên li ser Yandex.Lavkayê jî hat nirxandin.”

Hat ragihandin, ku di civînê de gelek mijarên girêdayî sektora bacê, pêkanîna veberhênan, vekirina navendên xizmetguzariyê û pêkanîna projeyên perwerdeyê hatin gotûbêjkirin.
Nûnerên şîrketê diyar kirin, ku li Ermenîstanê her meh nêzî 700 hezar kes xizmetên cihêreng ên Yandex bikar tînin.