
Di 7ê Nîsanê de di çarçoveya diyaloga stratejîk a Ermenistan-Amerîka de, civîna koma xebatê ya li ser mijarên aborî û enerjiyê di bin serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Komara Ermenîstanê Paruyr Hovhannîsyan û Wezîrê Bazirganiyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Arun Venkataraman de pêk hat.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve Paruyr Hovhannîsyan di axaftina xwe de hevkariya Ermenîstan-Amerîkayê ya, ku li ser nirxên hevpar ên demokratîk, mafên mirovan û dewleta hiqûqê hatiye girêdan, bilind nirxand. Di civînê de tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên ermenî-amerîkî bi armanca pêşxistina aramiya giştî û dabînkirina aştiyê li navçeyê hate kirin.
Di hevdîtinê de îmkanên kûrkirina hevkariyê di warên bazirganî, enerjî û teknolojiyên bilind, başkirina jîngeha bazirganî, cîbicîkirina projeyên hevbeş hatin gotûbêjkirin. Aliyan pêşiniyên xebatên zêdetir û pêngavên, ku bên cîbicîkirin diyar kirin.







