PoliticsTop

Berjewendiyên Rûsya û Tirkiyê li Ermenîstan û Azerbaycanê çi ne? pispor

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu di encama danûstandinên 7ê Nîsanê yên ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de ragihand, ku Enqere pêwîst dibîneշ ku di zûtirîn dem de rêkeftina aştiyê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de were îmzekirin. Tirkolog Ruben Safrastyan di axaftina xwe ya bi NEWS.amê re eşkere kir, ku Çavuşoglu helwesta Tirkiyeyê, ya ku peymanek di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de bi temamî pê şert û mercên Bakûyê hebe, aniye ziman.

“Armanca sereke ya Tirkiyê û herwiha Azerbaycanê ew e, ku hewl bidin ji vê rastiyê sûd bistînin, ku Ermenîstan hîn bi tevahî sax nebûye, pergala xwe ya ewlehiyê bi tevahî venegerandiye, li ser şert û mercên herî guncav ên Azerbaycanê di zûtirîn dem de peymanek îmze bikin:” pispor zêde kir.

Lavrov di serî de pêşwazî li “pêvajoya asayîkirina peywendiyên di navbera Ermenîstan û Tirkiyeyê de, ku bi piştgiriya Rûsyayê dest pê kir, hewldanên ji bo rakirina blokên ragihandina veguhestinê yên li herêmê û ji nû ve avakirina Kafkasyaya Başûr piştî şer.”

Safrastyan diyar kir, ku Rûsya bi sererastkirina têkiliyên Ermenîstan û Tirkiyeyê re eleqedar e, ji bo ku li herêma Kafkasya Başûr peywendiyên hatine astengkirin, dest bi xebatê bikin, Moskova jî bi rakirina blokên ragihandinê re eleqedar e. “Di vê dema dîrokî de ji bo Rûsyayê girîng e. Moskova jî bi çareserkirina têkiliyên Ermenîstan û Azerbaycanê re eleqedar e, ku em li herêmê bibin xwedî rewşeke aram:” tirkolog difikire.

Bi nerînê pispor, Rûsiya bi berçavgirtina rewşa Ukraynayê, pêdiviya wê bi rewşek ne aram li navçê nîne, ku her kêlî di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de veguhere şerekî çekdarî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button