PoliticsTop

35 sal piştî sûcê Maragayê, armanca Azerbaycanê ew e ku Qerebax bikeve bin qirkirina etnî: Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê

Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê bi minasebeta 31emîn salvegera qetlîama Ermeniyan a li Maragayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
“31 sal berê di 10’ê Nîsana 1992’an de hêzên çekdar ên Azerbaycanê li gundê Ermenîyan yê Maraga ya li herêma Martakert a Qerebaxaê, bi plankirî komkujiyeke hovane li dijî sivîlan pêk anî û di encamê de ev gundewarî ku nifûsa wê nêzî 5,000 bû, bi temamî rastî paqijiya etnîkî hatin, zêdetirî 50 sivîl bi hovane hatin kuştin, gelek jî dîl hatin girtin, ew li daneyên di raporên Human Rights Watch û Amnesty International de hatine belgekirin. Çarenûsa gelek ji girtiyan, ku bi darê zorê hatine windakirin, heta roja îro nehatiye zelalkirin.

Komkujiya Maragayê berdewamiya qetlîamên organîze yên li Sumgaît, Kîrovabad û Bakûyê yên li dijî Ermenîyan bû û yek ji diyardeyên asayî yên sûcên girseyî yên, ku ji aliyê rayedarên Azerbaycanê ve bi hincetên nasnameya neteweyî pêk dihatin. Sûcên plankirî yên li dijî gelê sivîl ên Qerebaxê, sûcên şer, bêcezakirin û rûmetkirina wan bûne beşek ji siyaseta sîstematîk a Azerbaycanê û di êrîşa Azerbaycanê ya Nîsana 2016an de li dijî Qerebaxê û bi asteke mezintir di şerê 44 rojî de di sala 2020 de,ku di encamê de bi deh hezaran Ermenîyên ji Hedrûd, Şûşî û herêmên derdor jî koçber bûn.

Ne tesaduf e ku ne tenê ermeniyên ku di salên 1988-1991 de ji Qerebaxa Çiyayê koçber bûne, tu carî derfet nedîtin ku vegerînin malên wan û mafên wan bikar bînin û milkên wan yên taybet îdare bikin. Niha, bi binpêkirina xalên daxuyaniya sê alî ya 9ê Çirya Paşina
2020an, Azerbaycan vegera aware û penaberan bo Qerebaxê û navçeyên derdora wê asteng dike, ku divê di bin çavdêriya Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî de were kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Azerbaycan bi binpêkirina biryarên dadgehên navneteweyî yên desthilatdar, bi eşkereyî heram, xerakirin û wêrankirina bîr û perestgehên olî û dîrokî-çandî yên Ermenîstanê didomîne, bi armanca rakirina şopa Ermeniyan ji herêmên di bin destê xwe de. Di heman demê de propagandaya nefretê ya li hemberî Ermeniyan di asta herî jor de didome. Ev beriya niha gelek caran ji aliyê saziyên navneteweyî ve hatin şermezarkirin.

35 sal piştî sûcê Maragayê, Azerbaycan bi qasî 4 mehan bi awayekî neqanûnî Korîdora Laçîn a ku Qerebaxa Çiyayê bi cîhanê ve girêdide digire.

Em îro ji bo bîranîna qurbaniyên qetlîama Mereşê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji bo zêdetir rê li ber van tawanan bê girtin, em careke din tekezî li ser bilezkirina gavên çalak ji aliyê civaka navdewletî dikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button