All NewsTop

Meclîsa Xweser a Şengalê: Li Efrînê li ber çavê ENKS’ê bi zorê Êzidiyan dikin misilman

Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan kir daku dijî binpêkirinên li Efrînê dijî êzidiyan tên kirin, xwedî helwest bin û bêdeng nemînin. Di daxuyaniya meclîsê de hate gotin; “Li ber çavê hinek aliyên li Efrînê, bi taybet ENKS’ê bi darê zorê Êzidiyan dikin misilman, xiyaneta 3’yê Tebaxa 2014’an dûbare dibe.”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê derbarê binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Êfrînê dijî gel û taybet jî dijî xelkê Êzidî, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: 

“Em bi navê hemû gelê Şengalê bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û raya giştî dikin, li dijî binpêkirinên ser gelê me ên li Efrîna dagirkirî bêdeng nemînin.

Welatên ku heya niha komkujiya Êzidiyên Şengalê weke jenosîd naskirin, divê bibin xwedî helwest. Ji ber ku Êzidî ne tenê li Şengalê, li ser xaka bin destê komên ser bi dewleta Tirk de jî dijî heman hovitiyê tên.

Çawa 3’yê Tebaxê pêşmergeyên PDK’ê xiyanetê li civaka me kir û civaka me di komkujiyan re derbas bû, em dibînin heman tişt îro li ser Êzidiyên me yên li Efrînê jî tên kirin.

Êzidiyên ku baweriya xwe da bûn hin aliyan taybet jî ENKS’ê ku li Efrînê ne û her car derdikevin xwe weke komek kurdperwerde binav dikin, îro li ber çavê wan bi darê zorê tên misilmankirin. Ev jî îxaneta xwe dûbare dike ku ENKS di Efrînê deye, ev heqarete li ola me tê kirin.

Her kesê hemberî vê jenosîdê bêdeng bibe, emê wan weke şirîkê hemû kiryarên li ser me tên kirin, bibînin. Pêwîste destpêkê hemû Êzidî û tevahî dostên gelê me, çawa dibe bila bibe, li hember vê jenosîda li ser Êzidiyan li Efrînê tê kirin, bêdeng nemînin.

Bi zorê ol û baweriya gelê me diguherînin, di sedsala 21’an de ev yek rûreşiya cîhanê ye. Em bang li Koalîsyona Navnetewî a hemberî DAIŞ’ê dikin, piştgiriyê bidin QSD’ê da ku komên çeteyên dewleta Tirk ji Efrînê derbixin. Xelkê wê yê esil were parastin û li ser malên wan vegerînin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button