All NewsTop

Lazime hevdîtinê me hê dînamîkî bibe. Nikol Paşînyan Alîkarê Serokwezîrê Federasyona Rûsyayê qebûl kirîe

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi Alîkarê Serokwezîrê Federasyona Rûsyayê Alêksêy Ovêrçûk re hevdîtin kirîe. Alîkarê serokwezîrê Ermenistanê Mhêr Grîgoryan jî hevdîtinêda hazir bûye.

“Ez bi dilxweşî dixazim bêjim ku di navbera nûnerên Komara Ermenîstan û Federasyona Rûsyayê de pirsên me yên xurt hene û tevî vê yekê jî hewcedarî bi hevdîtinê me dînamîktir heye, ji ber ku rojeva me ewqas tije ye ku ne her tim mimkûn e ku hemû pirsgirêkan ji holê rakin.” Paşînyan gotîe.

Wî daye zanîne ku ewê li ser gelek pirsên gotûbêj bikin: pirsên aborî û siyasî, pirsên girêdayî rewşa navçeyî û navneteweyî.

Alîkarê serokwezîrê Rûsiyê jî di vê hevdîtinê de bal kişand ser stratejiya têkiliyên navbera Federasyona Rûsyayê û Komara Ermenistanê. Wî destnîşan kir ku ew bi serkeftina ku aboriya Ermenistanê wekî beşek ji aboriya mezin a Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê tomar kiriye bi rastî kêfxweş in û avantajên ku yekîtiyê dide diyar in. 

Di hevdîtinê de pirsên têkildarî rojeva hevkariya Ermenî û Rûsyayê hatin nirxandin. Têkiliyên bazirganî û aborî û mijarên din ên balkêş hatin gotûbêjkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button