PoliticsTop

Xwediyên erkên taybet ên Neteweyên Yekbûyî ji bo mafên mirovan bang li Azerbaycanê kirin, ku tavilê azadî û ewlehiya tevgerê di Korîdora Laçîn de, misoger bike

Di 3’ê Nîsanê de, bangawaziya, ku ji aliyê 5 xwediyên erkên taybet ên Neteweyên Yekbûyî ji bo mafên mirovan ve, ji hikûmeta Azerbaycanê re hatibû şandin, hate weşandin, ku tê de bang kirin, ku ji bo azadî û ewlehiya tevgerê di Korîdora Laçînê de gavên lezgîn bên avêtin.

Pisporên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî bi taybetî destnîşan dikin, ku Korîdora Laçîn tekane rêya, ku Qerebaxê bi Ermenîstanê û cîhana derve ve girêdide û xwedî girîngiyeke mirovî ya mezin e. Ev bloke gihandina xurek, derman, sotemenî û tiştên din ên jiyanî ji bo 120,000 xelkê Qarabaxê asteng kiriye. Rewşa mirovan bi qutkirina gazê ya dem bi dem xirabtir bû, ku karê saziyên tenduristiyê asteng kir, saziyên perwerdehiyê hatin girtin.

Xwediyên erkên taybet dilgiraniya xwe diyar dikin, ku girtina berdewam a tekane rêya ku Qerebaxê bi cîhana derve ve girêdide, dibe ku encamên giran ên mirovî li ser xelkê hebe û mafên wan binpê bike.

Peyam li ser navê Raportorê Taybet ê Mafên Xwarinê yê Neteweyên Yekbûyî, Raportorê Taybet ê Mafên Kesên Astengdar, Raportorê Taybet ê Mafê Perwerdehiyê, Raportorê Taybet li ser mafê standina standarda herî bilind a tenduristiya laşî û derûnî û û li ser navê pisporekî serbixwe, li ser îstîfadekirina hemû mafên mirovan ji aliyê kesên pîr.

Peyam bi tevahî li vir

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button