PoliticsTop

Romanya girîngiyê dide qebûlkirina biryarên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî wek karekî mecbûrî

Romanya piştgirî dide qebûlkirina dadgeha navneteweyî ya dadwerî û serî dana li dadgehê ji bo çareserkirina her cûre nakokiyan.

Wezîrê Derve yê Romanyayê Bogdan Auresku di civîneke hevbeş de ligel Wezîrê Derve yê Komara Ermenîstanê Ararat Mirzoyan re, bersiva pirsa li ser nirxandina Romanyayê, ya derbarê cîbicîkirina biryara Dadgeha Navdewletî ya Dadwerî ji aliyê Azerbaycanê de ya ji bo misogerkirina tevgera azad di Korîdora Laçîn de, da.

“Romanya yek ji wan welatan e, ku bi xurtî piştgiriya Dîwana Edaletê ya Navneteweyî û dadweriya navneteweyî dike. Rêzgirtina hiqûqa navneteweyî di konsepta bingehîn a polîtîkaya derve ya Romanyayê de cih digire. Awantajên serî li edaleta navneteweyî ji me re diyar in. Ew encamek pratîkî ye, ji ber ku Romanya Dîwana Edaletê ya Navneteweyî bikar anî, da ku pirsgirêkek girîng bi yek ji cînarên me re çareser bike. Ew pir alîkar bû:” Wezîrê Derve yê Romanyayê got.

“Romanya piştgirî dide pejirandina dadrêsiya mecbûrî ya Dîwana Edaletê ya Navneteweyî,” wezîr got.

Wezîrê Derve yê Romanyayê her wiha diyar kir, ku 2 sal berê wî li ser asta Neteweyên Yekbûyî dest bi însiyatîfekê kiriye, ji bo pêşdebirina qebûlkirina dadweriya mecbûrî ji aliyê welatên endamên Neteweyên Yekbûyî ve.

“Ji bo me Dîwana Edaletê ya Navneteweyî xwedî girîngiyeke mezin e. Û em piştgirî didin, ku serî li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî bidin, da ku hemû nakokiyan çareser bikin:” got Bogdan Auresku.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button