
Ekîbên hewayî yên operasyon-taktîkî û artêşê yên baregeha leşkerî ya Navçeya Leşkerî ya Başûr li Ermenîstanê de, wê firînên perwerdehiyê pêk bînin û di çarçoveya kontrolkirina dewreya perwerdehiya zivistanê de wê gelek karan pêk bînin. Ev ji hêla Wezareta Parastinê ya Federasyona Rûsyayê ve hat ragihandin.
Li gorî raporê, pîlotên balafirên MiG-29 ên pir-armanc wê li ser xistina şerê hewayî, parastina qada balafirgehê û nêçîra hedefên hewayî bixebitin, wê li herêmên çiyayî hêmanên aerobatîk ên tevlihev pêk bînin. Di dema çalakiyan de wê girîngiyek taybet li ser çavdêrîkirin û hevrêziya karê ekîban di dema pêkanîna peywiran de bê dayîn.
Wezaretê destnîşan kir ku hemû geştên perwerdeyê yên artêşê û firokeyên operasiyon-taktîkî wê bi roj û bi şev , bi cot, komên biçûk bên kirin.
Di çarçoveya kontrolê de wê xebatên beşa endezyariyê jî bên nirxandin.