
Hemû hewldanên welatên nedost, ji bo çêkirina dubendiyê di têkiliyên di navbera Rusya û Ermenistanê de, wê bê encam bimîne û hevkarîya dezgehên qanûnî yên her du welatan wê bi awayekî sîstematîk pêş bikeve. Navenda Çapemeniyê ya Wezareta Karên Hundir a Federasyona Rûsyayê, li ser gotinên serokê beşê Vladîmîr Kolokoltsev radigihîne.
Li gorî navenda çapemeniyê, roja duşemê li Moskovayê di navbera Wezîrê Karên Hundir ê Ermenîstanê Vahê Xazaryan û Wezîrê Karên Hundir ê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Kolokoltsev de hevdîtin pêk hat.
“Vladîmîr Kolokoltsev pêbaweriya xwe anî ziman, ku her hewildanek ji hêla welatên nedostan ve, ji bo çêkirina dubendiyê di têkiliyên di navbera Rusya û Ermenistanê de, wê bê encam bimîne û hevkariya wezaretên karên navxweyî wê bi awayekî sîstematîk ji bo berjewendiya gelên her du dewletan pêşve here:” di daxuyaniyê de tê gotin.