
Ermenîstan bicihkirina mîsyona sivîl a Yekîtiya Ewropayê li ser sînorê navneteweyî bi Azerbaycanê re wekî amûrek hêja dibîne, ku ewlehiya li ser erdê zêde bike û beşdarî aştî û aramiyê li herêmê bike.
Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derva yê Romanyayê ra di civîna çapemeniyê da daxuyanî da.
Mîrzoyan got, ku wî û hevtayê wî yê Romanya li ser mijarên berfireh ên hevkariyên dualî gotûbêj kirin. Wezîrên Karên Derve her wiha plana çalakiya hevpar a 2023-2024’an jî îmze kirin.
“Me amadebûna xwe ji bo rojeva dualî, çarçoveya qanûnî, şêwirên siyasî yên asayî û her wiha di warên çand, perwerde û zanistî de ji bo hevkariyê nîşan da. Me amadebûna xwe nîşan da, ku ji bo pêkanîna hemû potansiyela têkiliyên aborî û têkiliyên bazirganî jî gavan bavêjin:” got Mîrzoyan.
Di civîna wezîrên derve de mijarên diyaloga siyasî û ewlekarî ya Ermenîstan û Yekîtiya Ewropayê, û pêkanîna bi bandor a peymana hevpariya berfireh a Ermenîstan û YEyê jî hatin rojevê.
Her wiha wezîran der barê hevkariya her du welatan di çarçoveya “Hevkariya Rojhilat” û “Civaka Siyasî ya Ewropayê” de jî nêrînên xwe anîn ziman.