PoliticsTop

Êdmon Marukyan pêvajoya muzakereyên peymana aştiyê ya bi Azerbaycanê re li Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê û Meclîsê pêşkêş kir.

Balyozê Ermenistanê yê bi erkên taybet Edmon Marukyan di hevdîtinên li Wezareta Karên Derve û Parlamentoya Keyaniya Yekbûyî de der barê blokekirina Korîdora Laçînê alyê Azerbaycanê ve, bicihneanîna biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî û kiryarên dawî yên rayedarên Azerbaycanê de agahî dan. Marukyan pêvajoya muzakereyên peymana aştiyê ya di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de jî pêşkêş kir. Marukyan li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser vê yekê nivîsî.

“Li ser vexwendina Weqfa “John Smith” a Brîtanî û Navenda Demokrasî û Avakirina Aştiyê, ez beşdarî nîqaşên, ku ji bo pirsgirêkên herêma me li Oxford û Londonê hatine kirin, bûm.

Di çarçoveya serdanê de, min bi berpirsên payebilind ên beşa siyaseta derve re, ya ku bi pirsên Başûrê Kafkasyayê ve mijûl in, li Wezareta Derve ya Brîtanyayê civiya u zanyariyên berfireh derbarê dorpêçkirina Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê, cîbicîkirina biryara Dadgeha Navdewletî ya Dadwerî ya Neteweyên Yekbûyî û kiryarên dawî yên rayedarên Azerbaycanê, pêşkêşî wan kir.

Di civîna, ku ji bo saziyên ramanê yên Brîtanî li Parlamenta Brîtanyaê de hat organîzekirin , min hûrgiliyên pêvajoya danûstandinên peymana aştiyê û kiryarên vê dawiyê yên Azerbaycanê û helwesta Komara Ermenistanê ya derbarê mijarên gotûbêjkirî de pêşkêş kirin:” Marukyan nivîsî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button