PoliticsTop

Alen Sîmonyan pêwîstî bi erêkirina Statuya Romayê bi lez nabîne û gotûbêjên ji bo girtina Pûtîn pûç dibîne

Serokê Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê Alen Sîmonyan di wê baweriyê de ye ku Ermenîstan ne hewce ye, ku bi lez Statuya Romayê bipejirîne. Sîmonyan di hevpeyvînekê de ligel “Nûçeya Yekem” nêrînek wiha anî ziman.

Serokê Meclisa Netewî ya Ermenîstanê bal kişand ser wê yekê, ku di meclîsê de li ser mijara pejirandina Statuya Romayê tu gotûbêj nehatine kirin, lê wî nêrîna xwe ya subjektîf anî ziman, ku hewce nake Ermenîstan di vê mijarê de lez bike.

Sîmonyan bi bîr xist, ku hikûmetê li ser hevahengiya Statuya Romayê ya bi Destûra Bingehîn a Ermenîstanê re nîqaş kiriye û di dawiya sala 2022’an de, ji bo encamnameyê, Dadgeha Destûra Bingehîn re şandiye. “Bûyerên me yên sûcên li dijî mirovahiyê, yên di dema Qirkirina Ermenîyan û şerê Qerebaxê de hatine kirin hene û ev ji bo Ermenîstanê amûreke pêwîst e. Lê me her tim xwe weke hevalbend parastiye û me li dijî Rûsyayê ti gavên taybet neavêtiye.” Sîmonyan, bal kişand ser nîqaşên der barê biryara girtina Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navnetewî û di vê çarçoveyê de erêkirina Statuya Romayê ji aliyê Ermenîstanê ve.

Di vê çarçoveyê de nîqaşên li ser girtina Vladîmîr Pûtîn ji aliyê Ermenîstanê ve bêwate bi nav kir. “Ne wisa ye, ku Ermenîstan bi xwe vî barî hilde ser xwe û here bi wî re mijûl bibe. Ev tiştekî pûç e, me hertim wek hevalbendekî nîşan kiriye û di peywendiyên xwe de rast bûne, ku îro rê dide me, ku em hin kiryarên Rûsyayê rexne bikin, ku bi kêmanî ji me re nayên fêmkirin. Em her tim wek hevalbendê rast tevdigerin. Ne hewce ye, ku pirs bikeve nav ti çarçoveyek siyasî:” Sîmonyan got.

Wî got jî, ku berpirsên rûsî, yên, ku ew bi wan re di têkiliyê de ne, ev mijar ne anîne ziman, û tekez kir ku ne guncaw e, ku pirseke bi vî rengî di mijara Ermenîstanê de were bilindkirin, ji ber ku Ermenîstan her dem bi RPEK û hemû hevkarên navneteweyî yên din re li ser astek rast û hevalbend tevdigere, di heman demê de jî berjewendîyên welatê xwe nexiste binê berjewendîyên welatên din.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button