All NewsTop

Biryara Dadgeha Bilind a li ser Statuya Romayê di tu pirsên de tu kesî sûcdar nabîne û hewce nake ku kesek were girtinê

Ermenîstan guh da fikarên Federasyona Rûsyayê û dê bikaribe pê ewle bibe ku pêvajoya pêşde ya girêdayî Statuya Romayê zirarê nede têkiliyên stratejîk ên Ermenistan û Rûsyayê.

Alîkarê Serokê Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê Hakob Arşakyan di hevpeyvîna xwe ya bi “Armenpress”ê re ev tişt gotîe.

Ermenîstanê di 29ê Kanûna Paşiyê ya 2022an de di rûniştina giştî ya hikûmetê de pêşnûmeya qanûnê qaîlbîna xa daye. Eşkere hatiye tomarkirin ku ev bersiva Ermenîstanê ye li hember bûyerên destdirêjiya Azerbaycanê li dijî herêmên serweriya Ermenistanê, bi taybetî li hember kiryarên şer ên leşkerên Azerbaycanê yên di dema êrişa Îlonê de. Tesdîqkirina Statuya Romayê wê derfetê bide Ermenîstanê ku pirsa berpirsiyariya sûcên herî giran ên leşkerên Azerbaycanê di dadgeha cezayê ya navneteweyî de derxîne holê. Li gorî qanûnên Ermenîstanê gerekî nava sê mehan de Dadgeha Destûra Bingehîn biryar bidaya. Ew biryar tenê qanûnî ye û tenê bersiva pirsekê dide: gelo erkên ku di qanûna Romayê de hatine destnîşan kirin bi Destûra Ermenîstanê re têkildar in? Yanî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn di tu pirsê de tu kesî sûcdar nabîne, hewce nake ku kesek bê girtin.

Wekîlê Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê diyar kir ku piştî tesdîqkirina statuya Romayê heke Serokomarê Rûsyayê serdana Ermenistanê bike wê bê girtinê.

– Beriya daxuyaniya cîgirê fraksiyona desthilatê di çapemeniya Rûsyayê de belavokên bi vî rengî hebûn. Ev nayê wê wateyê ku çapemeniya Rûsyayê daxwazên xwe pê re anîn ziman. Ez difikirim ku cîgirê fraksiyona me ji weşanên çapemenî û torên civakî yên rûsî bandor bû, ji ber vê yekê ez xemgîn im. Bi awayekî xwezayî, ti niyet û daxwazeke wan a partî û tîma desthilatdar nîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button