All NewsTop

Wezîrên Karên Derve yên Ermenîstan û Maltayê tekezî li ser wê yekê kirin ku divê pirsgirêk tenê bi danûstandinên aştiyane bên çareserkirinê

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan 30’ê Adarê li Maltayê bi Wezîrê Karên Derve, Karûbarên Ewropa û Bazirganiyê yê Maltayê Îan Borc re hevdîtinek pêk anîe.

Ararat Mîrzoyan û Îan Borc amadehiya xwe ji bo pêşxistin û kûrkirina peywendiyên dualî nîşan dan, ji bo ku her du alî hewl bidin ku potansiyela heyî di warên cuda de heta radeyekê herî zêde bi dest bixin.

Ararat Mîrzoyan nêrîna Ermenîstanê ya ji bo çareserkirina peywendiyên Ermenistan û Azerbaycanê û pirsgirêka Qerebaxa Çiya û hewldanên aliyên ermenî yên ji bo avakirina îstiqrar û aştiyê li Kafkasya Başûr pêşkêşî hevkarê xwe kirîe.

Her du aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên heyî tenê bi rêya danûstandinên aştiyane kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button