All NewsTop

Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf amade ye ku şandekê bişîne ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê ji bo alîkariya Ermenistanê.

Nûnerê Sekreteriya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf Yûrî Şûvalov li gorî TASSê diyar kir ku Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektî amadebûna xwe ji bo şandina mîsyonên li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê li ser bingeha berjewendiyên parastina ewlehiya Ermenistanê nîşan dide.

“Der barê herêma ewlekariya kolektîf a Kafkasyayê de, rêxistin her dem amade ye ku li ser bingeha berjewendiya ewlehiya Ermenistanê û pêşkêşkirina alîkariyên din, şandeyek Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf bişîne sînorê Ermenistan-Azerbaycanê.” – wî roja Înê ji rojnamevanan re got piştî civîneke serkirdayetî ya berfireh li baregeha sereke ya rêxistinê

Li gorî Şûvalov, tedbîrên alîkariyê jixwe di pêşnûmeya biryara Konseya Ewlekariya Kolektî ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf de cih digirin, ku di pêvajoya xebatê de ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button