All NewsTop

Îdîayên Azerbaycanê yên derbarê şandina çekan ji Ermenistanê bo Komara Artsaxê bêbingeh in. Paşînyan

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di civîna hikumeta Ermenistanê de gotîe: Îdîayên Azerbaycanê yên der barê şandina çekan ji Ermenistanê bo Komara Artsaxê bêbingeh in.

Li gorî Paşînyan, daxuyaniyên Azerbaycanê yên ku dibêjin ji Ermenîstanê şandina çekan û leşkerî ji bo Artsaxê tê kirin, derewên propagandayê ne, ji bo amadekariya aloziyeke nû.

  Paşînyan diyar kirîe wekî – “Ermenistan sewqiyata leşkerî bo Qerebaxê nake, artêşa Ermenîstanê li Qerebaxê nîne. “Azerbaycanê pêşniyara şandina şandeyeke navneteweyî ya lêgerîna rastiyan ji bo ronaîkirina vê rastiyê red kirîe.”

Paşînyan bi bîr xist ku Azerbaycan ne tenê bi biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya li ser rakirina dorpêça li ser Korîdora Laçînê tevnagere, her wiha rewşê aloztir dike. Azerbeycanê bilindahiya 20/54 xiste bin kontrola xwe û bi vî awayî riya bejahî ya ku Stêpanakêrt, Hîn Şên, Mêts Şê û çend gundên din bi hev ve girêdide.

Li gorî Nîkol Paşînyan, li Qerebaxê Artêşa Parastinê heye û hebûna wê bi wê yekê rewa ye ku Azerbaycan bi eşkere amadekariya qirkirina Ermeniyan li Artsaxê dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button