All NewsTop

Markûs Rîttêr diyar kirîe heger Azerbaycan di biharê de êrîşî Ermenîstanê neke, mîsyona Yekîtiya Ewropayê serkeftî bê dîtinê. Berteka Bakûyê derengî neketîe

Heger Azerbeycan di biharê de êrîşî Ermenîstanê neke, wê demê mîsyona çavdêriya Yekîtiya Ewropayê bi ser ketiye. Ev yek ji aliyê serokê mîsyona çavdêriya YE, Markûs Rîttêr, di axaftina bi Deutsche Welle re gotîe.

“Gelek ermenî di wê baweriyê de ne ku Azerbaycan dê di biharê de dest bi êrîşê bike. Ger ev yek pêk neyê wê demê wezîfeya me jixwe serkeftî ye.” – Rîttêr gotîe, ermenî bi hebûna çavdêrên Yekîtiya Ewropayê gelekî kêfxweş in.

Lê serokê nûneratiya YE jî lez da ku hêviyên xwe bişkîne û tekez kir ku çavdêr nikarin bikevin nav axa Azerbaycanê, ji ber vê yekê ew nikarin wek nimûne tevgera hêzên ku ji bo êrîşekê amade dikin tomar bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê Ayhan Hacîzadê li ser daxuyaniya Markûs Rîttêrî nirxand.

Wî da zanîn ku daxuyaniyên Markûs Rîttêrî bi îdiaya ku li ser îdiayên derew ên aliyê Ermenî ne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button