All NewsTop

Cîgirê Wezîrê Derve yê Federasyona Rûsyayê amadebûna ji bo bicihkirina mîsyona Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf li ser sînorê Ermenistan û Azerbaycanê piştrast kirîe

Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf amade ye ku planên bicihkirina mîsyonekê li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê li ser bingeha berjewendiyên dabînkirina ewlehiya Ermenistanê pêk bîne. Alîkarê Wezîrê Derve yê Federasyona Rûsyayê Mîxaîl Galûzîn derbarê vê yekê de gotîe.

“Ji aliyê xwe ve em amadebûna xwe piştrast dikin ku ji bo dabînkirina ewlehiya Ermenîstanê li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê mîsyona Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf bi cih bikin û her wiha bernameyên din ên piştgiriyê ku li gorî biryara YEyê hatine destnîşankirin. Encumena Ewlekariya Kolektî ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf li ser pêşkêşkirina alîkariyê ji bo Komarê. Em jî bi qasî Ermenîstanê ji bo vî karî amade ne.” – Cîgirê Wezîrê Derve yê Federasyona Rûsyayê gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button