PoliticsTop

Divê mijarên çareseriya pirsgirêka Azerbaycan û Qerebaxê di formata muzakereyê, ya ku di qada navneteweyî de tê naskirin, bên gotûbêjkirin: Wezareta Derve ya Artsaxê


Têkildarî pêşniyara ofîsa Serokomarê Azerbaycanê, ya ji bo derbaskirina civînekê di navbera nûnerên Azerbaycan û Artsaxê de li Bakûyê di destpêka meha Nîsanê de, em pêwîst dibînin, ku helwesta prensîb a rayedarên Komara Artsaxê, di derbarê danûstandinên muhtemel ên bi aliyên Azerbaycanê re, armancên wan, dubare bikin. Derbarê vê yekê de Wezareta Derve ya Artsaxê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de jî wiha tê gotin: “Komara Artsaxê her tim doza diyalog û çareseriya bi awayekî aştiyane, bi muzakere, hemû pirsgirêkên heyî, kiriye û dike. Me tu carî dest ji têkiliyên xwe yên bi aliyê Azerbaycanê re bernedaye, ev yek jî ji hevdîtinên nûnerên Artsax û Azerbeycanê yên bi navbeynkariya fermandariya hêzên aştîparêz ên Rûsyayê yên li Artsaxê pêk hatine, nîşan dide.

Şert û mercên ku ji aliyê Azerbaycanê ve derbarê cih û rojeva hevdîtinê de hatine eşkerekirin, û her weha çarçoweya, ku pêşniyara hatî pêşkêş kirin, şahidiyê dike, ku armanca rayedarên Azerbaycanê ne gotûbêjkirina rastî li ser pirsgirêkên heyî ye, belkî astengkirina diyaloga muhtemel e, an jî bi darê zorê, ablûqe, afirandina şert û mercên jiyanê yên bê tehemmul û bikaranîna hêza leşkerî, rojeva xwe ya siyasî ferz dike.

Di vî warî de, em hewce dibînin, ku bi bîr bînin, ku sê roj berê, di 25ê Adarê de, hêzên çekdar ên Azerbaycanê, bi tundî xalên daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşina 2020an binpê kirin, xeta têkiliyê derbas kir û di aliyê rêya bejahî ya Stepanakert-Lîsagorê de ber bi xaka Komara Artsaxê kûr ve bi pêş ve çû.

Herwiha di 27ê Adarê de hêzên çekdar ên Azerbaycanê careke din hewl dan, ku rêya navborî bixin bin kontrola xwe, ku di bin şert û mercên dorpêçê de tekane rêya pêwendiya awarte di navbera xelkê devera Şûşîê û cihên din ên komarê de ye.

Em amadeyiya xwe dubare dikin, li gorî pratîka destnîşankirî ya derbaskirina civînên berê, ji bo hevdîtina bi nûnerên Azerbaycanê re bi navbeynkariya mîsyona aştîparêz a Rûsyayê li Artsaxê û li cihê fermandariya wan, ji bo gotûbêjkirina mijarên dabînkirina jiyana asayî ya gelê Artsaxê û bi awayekî rast bi cih anîna erkên, ku aliyan hildane ser xwe, bi taybetî jî xebata bênavber a korîdora Laçînê.

Di vê çarçoveyê de em vekirina rêya yekane, ya ku bi rêya Korîdora Laçîn ve Artsaxê bi Ermenîstanê re girêdide û çareserkirina pirsgirêkên, ku ji ber dorpêçê derketine, weke karekî pêşîn dibînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button