SocietyTop

Derfetên danûstandina bi zimanê neteweyî li ser Înternetê berfireh dibin

Konferansa herêmî ya “Roja Qebûlkirina Gerdûnî” di 28’ê Adarê de li Êrîvanê ji bo berfirehkirina derfetên ragihandina li ser înternetê bi zimanên neteweyî, ji bo nîqaşkirina mijarên heyî, pêk hat.

Tîma teknîkî ya “Civaka Înternetê” NGO, ya ku li Ermenîstanê destpêkerê pêvajoyê ye, jixwe çareserî pêş xistiye. Mîna ku di ermeniya bi domena ermenî de, û her weha di warê zimanên din de, armanca çareseriyên teknîkî ew e, ku bi tevahî “e-maila” ermenî , karanîna domanan û lêgerînan di karên cihêreng sîstemên de bikin.

“Ji 65% ê mirovahiyê bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivin û bi zimanekî din nizanin. Bi gelemperî, heya salên dawî, em Înternetê wekî cîhek tîpên latînî dihesibînin. Pargîdaniya rêveberiya Înternetê ICANN girîngiyek mezin dide peydakirin û pêşvebirina domên bi alfabeyên neteweyî. Di wî warî de em jî weke civakek ku xwediyê yek ji domanan in, giring in. Hêjayî balkişandinê ye ku me li Ermenîstanê mazûvanîya konferansa herêmî kir:” Alîkarê Wezîr Avet Poxosyan got.

Li gorî wî, ji bo ku ji bikarhêneran re jîngehek rehet were çêkirin, divê 800 navnîşanên ermenî yên heyî zêdetir werin sepandin.

Pisporên ermenî diyar kirin, ku di asta herêmî de “e-maila” ermenî ya bi temamî ji niha ve li ser serverên herêmî dixebite, ku ev yek nedîtî ye. Bi vî awayî li ser înternetê qadeke berfireh ji bo dewlemendkirin û pêşxistina naverok bi zimanê neteweyî tê afirandin.

Di çalakiya hişyarkirinê de, Ermenîstan, Sirbistan, Misir, Rûsya, Gurcistan û Ozbekistan di forumê de pêşkêş kirin, ku ew çi gavan diavêjin, da ku cîhbicîhkirina gerdûnî ya domên xwe yên neteweyî û “e-mail” ên xwe yên li ser Înternetê tomarkin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button