EconomicsTop

Rûniştina yekemîn a koma xebatê ya hevpar a Ermenîstan û Rûsyayê li Santrala Atomê ya Ermenîstanê hat debaskirin

Di 24ê Adara îsal de, di çarçoveya projeya Santrala Atomê ya Ermenîstanê -2 de yekemîn rûniştina koma xebatê ya hevpar a Ermenî-Rûsya ya perwerdehiya personelê hat derbaskirin.

Şanda Rûsî bi serokatiya nûnerê şirketa dewletê “Rosatom” li Komara Ermenîstanê de, Proşkîn bû. Ji aliyê Ermenîstanê ve nûnerên Wezareta Îdareya Herêmî û Binesaziyê “Hayatom ” û Zanîngeha Polîteknîk a Neteweyî ya Ermenîstanê jî beşdarî rûniştinê bûn.

Di nava mijarên di rojeva civînê de rewşa niha ya hevkariyê di warê perwerdehiya personelan de, mijara sereke bû. Midûrê Giştî yê Santrala Atomê ya Ermenîstanê Martîrosyan di axaftina xwe ya bixêrhatinê de destnîşan kir, ku santrala nukleerê ji pisporên ku bi karê xwe dizanin tê xebitandin û rêveberiya Santrala Atomê ya Ermenîstanê jî bi heman awayî girîngiyê dide mijara zêdekirina santralê de bi personelên nû, ciwan û perwerdehiya berdewam a heyî. Di vî warî de, pêkanîna muhtemel a projeya Santrala Atomê ya Ermenîstanê-2 dikare bi taybetî bi perspektîf û sozdar be ku berjewendî û hêviyên sektora enerjiyê di nav nifşa ciwan de teşwîq bike.

Di gotûbêjên hevbeş de, aliyan tekezî li ser pêşxistina hevbeş ya mijarên ji bo berfirekirin û pêşdebirina hevkariyên Ermenî-Rûsyayê di warê perwerdekirina personelên qada navokî ya Komara Ermenîstanê de, berçavgirtin û tevlêkirina pêşniyarên dualî di plana pêşkêşkirî de, kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button