PoliticsTop

Li Bakûyê pê çêkirina “parka talana leşkerî”, Azerbaycan bi derxistina Ermenîyan hewl dide li Artsaxê “parka safarî” çêbike

Ew yek ragihand Şêwirmend-nûnerê erkên taybet ên Serokê Komara Artsaxê Dawîd Babayan.

“Em careke din vexwendina “civaka Qerebaxê” dibînin. Eşkere ye ku behsa diyaloga wekhev, muzakere nayê kirin.

Ya yekem, civaka Qerebaxê tê çi wateyê? Ew kes kî ne? Kî wê wan hilbijêre? Kî wê wan bişîne? Danûstandin dikare di navbera wekhevan de be. Diyalog dikare di navbera wekhevan de be. Azerbaycan ne tenê me wek hev nas nake, di heman demê de hebûna Artsaxê jî qet nas nake. Armanca wan pir hêsan e, da ku tu Ermenî nemîne. Heger ne li kampeke komkirinê be, em bibêjin li parka safarî. Jixwe ezmûna Bakuyê heye, hewl bidin ku li ser mînaka parka talanê ya leşkerî parkek safarî ya leşkerî çêbikin. Dibe ku bi mafê nêçîre jî yên li parkê hebe.

Bi awayekî xwezayî di çarçoveyeke wiha de ti hevdîtin û gotûbêj ji bo me nayên qebûlkirin. Weke ku min berê jî got, danûstandin li ser bingehên wekhev û bi beşdariya aliyên sêyemîn pêk tên. Rûsya û hevserokên din ên Koma Mînskê nikarin beşdarî civînan nebin.

Û di pêşniyarên Bakûyê yên ku di medyayê de hatine pêşkêşkirin, ji diyaloga “dayika Azerbeycanê” bi hin serhildêran, aborjînan re, ku sûcê xwe qebûl dikin û diçin poşmaniyê pê ve, tiştekî din nayê texmîn kirin.

Ji bilî vê, peyva “entegrasyonê” ya ku li Bakuyê tê dubarekirin, tê wateya wekhevî, dilxwazî, projeyên ji hev re sûdmend. Em ji van tiştên li jor tu tiştî nabînin. Ne îşaretek jî, ne gavek pêş de, ne jî hewldanek ji bo sererastkirina têkiliyan.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button