SocietyTop

Êrîvan- 21, Tbîlîsî-44, Bakû-85: bajarên herî ewledar ên yên cîhanê

Êrîvanê di lîsteya bajarên herî ewledar ên cîhanê de cihê 21’emîn girt û bi awayekî girîng li pêş cîrnarên xwe yên li Kafkasya Başûr, Tbîlîsî û Bakûyê bû. Ev lîste ji aliyê şîrketa îstatîstîkî ya navneteweyî “Ranking Royals” ve hatiye amadekirin. Bakû, paytexta Azerbaycanê di rêza 85an de û paytexta Gurcistanê Tbîlîsî jî di rêza 44an de cih girt.

Li gorî heman îndeksê di rêza yekem de Ebû Dabî (Îmarat), 2mîn Doha (Qatar), 3yemîn jî Eymen (Îmarat) e.

Ji bo pîvandina ewlehiya bajaran 424 bajarên cîhanê rêz kirin li gorî faktorên jêrîn rêz kirin:

Rêjeya sûc
Ewlehiya tevgerê bi roj û bi şev
Dizî an talan
Rîska êrîşa fîzîkî
Bûyerên şîdetê ji aliyê her kesî ve
Bûyerên şîdetê yên li ser bingehên etnîkî, zayendî an olî,
Gerabûna narkotîkê
Diziya milk.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button