PoliticsTop

Daxwaz bikin, ku serokê we sozên xwe bicîh bîne: Xajakyan bersiva tezên derewîn ên nûnerê Azerbaycanê da

Di rûniştina asayî ya 44 a ya Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê de, endamê rêveberiya partiya “Ermenîstana Ronahî” Davît Xajakyan, bersiv da tezên derew ên nûnerê Azerbaycanê Humbat Huseynov ku axivî li ser mafên Azeriyên, ku berê ji Ermenîstanê derbider bûne.

Di bersiva daxuyaniyên nûnerê Azerbaycanê de, wî ewil xala 7emîn a daxuyaniya sêalî ya 9ê Çiriya Paşina 2020an bi bîr xist, ku li gorî wê Azerbaycanê bi garantîkirina vegera aware û penaberan bo xaka Qerebaxê û navçeyên ser bi wê ve girêdayî ye. Xajakyan destnîşan kir, ku aliyê Azerbaycanê vê erkê bi cih nayîne û penaberan venagerîne Şûşî, Hedrûd û herêmên din.

“Demek berê me guhdariya axaftina nûnerê Azerbaycanê kir, ku li ser hin daxwazên Ermenîstanê axivî. Hûn dizanin, ku Ermenîstan amade ye li ser rojeva aştiyê biaxive û ev ji bo me girîng e. Gelek peyman hatin kirin, em dikarin bibêjin ku em amade ne, ku bendên lihevkirî pêk bînin. Lê niha dema nûnerê Azerbaycanê behsa vegerandina hinek awareyan dike, divê ez xaleke daxuyaniya 9ê Çiriya Paşina 2020ê bixwînim, ku ji aliyê Serokomarê Azerbaycanê ve jî hatiye îmzekirin. Di xala 7’emîn a daxuyaniyê de tê gotin, ku kesên jicîhûwar û penaber di bin çavdêriya Ofîsa Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî de vedigerin xaka Qerebaxê û herêmên derdora wê, lê rastî cuda ye ji ber ku Azerbaycan vê erkê bi cih nayîne. Naxwazin penaberên Şûşî, Hedrûd û herêmên din vegerînin û li ser vê platformê daxwazên xwe tînin ziman:” Xejakyan got

Wî her wiha got, tenê dema ku her aliyek berpirsiyariya xwe bi cih bîne wê aştî pêk were.

“Hûn dizanin ku Korîdora Laçîn demeke dirêj e girtî ye û me daxuyaniya Komîteya Yasayî û Mafên Mirovan a PACE dît, ku dibêje Azerbaycan mecbûr e korîdorê veke, ji ber ku ew rêya yekane ye ku Qerebaxê bi Ermenîstanê ve girêdide . Lê belê vê yekê nakin, li Qerebaxê qeyraneke însanî çêdikin û li vir jî li ser daxwazên nû daxuyanî didin. Ez ji nûnerê Azerbaycanê re pêşniyar dikim ku bi serokê xwe re biaxive û ji wan daxwaz dikim, ku hemû erkên, ku Azerbaycan ji 9ê Çiriya Paşinê ve girtiye bi cih bînin û korîdora Laçîn vekin, ji ber ku dewleteke endamê Konseya Ewropayê li gorî berjewendiyên siyasî nikare krîzeke mirovî çêbike:” Xajakyan bi dawî kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button