
Di beşeke rapora sala 2022an a Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê Mafên Mirovan li ser Azerbaycanê, hemû cureyên binpêkirina mafên mirovan pêşkêş dike û herwiha behsa tawanên cengê yên hêzên çekdar ên Azerbaycanê dike.
“Di nava salekê de di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de bûyerên tundiyê qewimîn û bû sedema mexdûran û girtinê. Rapor hebûn ku di meha Îlonê de, hêzên Azerbaycanê beşdarî kuştinên neqanûnî û reftarên hovane, nemirovane û rûreşkirina hêzên Ermenî bûne. Azerbaycan û Ermenîstanê bi hinceta ku di şerên 2020 û 2016an de hovane pêk anîne, gilî pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kirin û li benda biryara dadgehê ne. Ermenîstanê der barê şerên Îlonê de giliyên nû pêşkêş kirin.
Tê gotin ku hikûmeta Azerbaycanê piraniya karbidestên ku hatine ragihandin ku binpêkirina mafên mirovan û kiryarên gendeliyê kirine, nehatine darizandin û cezakirinê. Di vekolîna hikûmetê de derbarê binpêkirinên hêzên çekdar an kesên Azerbaycanê yên di dema operasyonên leşkerî yên 2020 û 2022an de ti pêşketin çênebûye.
Di raporê de her wiha tê gotin ku Azerbaycan girtina girtiyên ermen ên şer didomîne.