PoliticsTop

Wezareta Karên Derve kar dike ku mijara pabendnebûna Azerbaycanê bi biryara Dadgeha Laheyê di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de bike

Herî kêm 2 mantiq hene ji bo bilindkirina pirsa cîbicî nekirina biryara Dîwana Edaletê ya Navdewletî ji aliyê Azerbaycanê ve li ser astengkirina Korîdora Laçînê di Encûmena Asayişa Navdewletî de, û Wezareta Derve ya Ermenistanê jî di wî warî de kar dike. Yexîşe Kîrakosyan, nûnerê Komara Ermenîstanê bo pirsên hiqûqî yên navneteweyî, li civîna Komîteya Daîmî ya Karûbarên Dewletî û Yasayî ya Meclîsa Neteweyê, li ser pirsa Artsvîk Mînasyan, sekreterê Fraksiyona “Ermenîstan”, ev tişt got.

Sekreterê Fraksiyona “Ermenîstan” Artsvîk Mînasyan pirs kir, ku gelo ew mumkin dibîne, ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, biryara Dadgeha Laheyê wekî kiryarek ku bi îdamê mecbûrî ye, ceza û tedbîrên zorê yên ku di beşa 7an Peymana Neteweyên Yekbûyî yan jî bi kêmanî dest bi vê yekê dike ,ku di wî warî de gavan bavêje.

Kirakosyan destnîşan kir ku biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya ji bo rakirina blokên Korîdora Laçînê, li gorî Neteweyên Yekbûyî û peymana dadgehê ji aliyê hiqûqî ve girêdayî ye. “Mixabin em rastî wê yekê tên ku Azerbaycan bi giştî guh nade biryarê, hewl dide, ku naveroka biryarê ji asta herî bilind a fermî ber bi astên jêrîn ên fermî ve berovajî bike. Herî dawî di nameya wezîrê karên derve yê Azerbaycanê de, ku ji sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî re hatiye şandin de jî hatiye diyarkirin. Di bersiva wê de nameyek jî ji aliyê wezîrê me ve hatiye şandin:” got Kîrakosyan.

“Lê belê, di rewşa me de, ez dibînim, ku pêdivî ye, ku di wî warî de bixebitin. Ez dizanim ku hevkarên Wezareta Derve ji niha ve di wî warî de dixebitin. Pir girîng e, ku mijar bikeve rojeva Konseya Ewlekariyê. Û pêwîst e hemû rêyên dîplomatîk heta ku mimkun be bikar bînin û di wî warî de kar bikin, da ku gotûbêjek erênî li ser mijarê bê kirin.”

Her wiha anî ziman, ku anîna mijara biryara Dîwana Edaletê ya Navdewletî ji bo rojeva Konseya Ewropayê du nêrîn hene. Ya yekem perspektîfek fermî ye. Pê maddeya 94 a destûrê heye, ku desthilatek weha dide Dîwana Edaletê . Ya duyemîn, Beşa 7 a Peymana Neteweyên Yekbûyî ye, ku ji bo misogerkirina aştî û ewlekariya navneteweyî were hêz kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button