PoliticsTop

Serokwezîrê Ermenîstanê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re bi telefonê axivî

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Anthonî Blînken re bi telefonê axivî.

Di xeberdanê de mijarên girêdayî qeyrana mirovî ya ku ji ber dorpêçkirina neqanûnî ya Azerbaycanê ya li ser Korîdora Laçîn derketiye, gotûbêj kirin.

Nîkol Paşînyan û Anthonî Blînken li ser perspektîfên birêkûpêkkirina têkiliyên Ermenîstan û Azerbaycanê û vekirina kanalên ragihandinê yên li herêmê, nirxandin kirin. Wezîrê Derve yê Amerîkayê careke din daxwaza vekirina bilez a Korîdora Laçînê kir û tekez kir, ku Amerîka amade ye piştevaniya xwe ji proseyên navborî re berdewam bike.

Serokwezîr Paşînyan dilgiraniya xwe ya ji ber retorîka Azerbaycanê, yen vê dawiyê , yen her ku diçe êrîşkar dibe, anî ziman.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button