PoliticsTop

“Mixabin, di daxuyaniya sê alî de hema bêje ti xala, ku Azerbaycanê binpê nekiribe tune ye:” Mîrzoyan ji Lavrov re

Civîna berfireh a Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan li Moskovayê pêk hat.

Ararat Mîrzoyan di destpêka axaftina xwe de diyar kir. “Ji ber gotinên êrîşkar ên Azerbaycanê û provokasyonên leşkerî yên berdewam, ne tenê li hember Qarabaxê, li ser Komara Ermenîstanê jî, rewşa herêma me her ku diçe qurtir dibe. Di heman demê de daxuyaniya sê alî jî binpê dikin, ku eşkere dike ku Azerbaycan hewl dide ku Qarabaxê bike ber paqijiya etnîkî.

“…Mixabin, di daxuyaniya sê alî de hema bêje ti xala, ku Azerbaycanê binpê nekiribe tune ye: binpêkirina sîstematîk a rejîma agirbestê, dagirkirina xaka Komara Ermenîstanê, dorpêçkirina neqanûnî ya Korîdora Laçînê, berdewamiya girtina girtiyên ermenî yên şer, astengkirina vekirina peywendiyên herêmî, pirsgirêkên vegerandina niştecihên Ermenî. Azerbaycan bi provakasyonên xwe yên berdewam parastina aramî û ewlehiya herêmê têk dide. Di vê çarçovê de gavên aktîv ên hevalbend Komara Ermenîstanê girîng in.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button