PoliticsTop

Marîonettê Alîyev, yen ku soza ewlehiyê dide Ermenîyên Artsaxê, bi kuştina Ermenîyan tehdît dike: Marukyan bala civaka navneteweyî dikşîne

Tevî daxuyaniyên Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev, ku gotibû, ku Azerbaycan di çarçoveya qanûnên xwe de amade ye ewlekarî û mafên Ermenîyên Qerebaxê dabîn bike, aktîvîstên derewînin yen hawirdorê, yên ku 100 roj in Korîdora Laçînê girtî dihêlin, bi awayekî vekirî gefa kuştinê li Ermenîyan dixwin.

Vîdyoyek li ser torên civakî hat belavkirin, ku tê de yek ji çalakvanên sexte, ku korîdorê asteng dike, eşkere gefa kuştinê li Ermenîyan dikeu dibêje: “Em ê di demeke nêz de di cejna Newrozê de li vir ermenekî serjê bikin û xwîna wî li kebabê de zêde bikin.”

Balyozê Wezîfeya Taybet ê Komara Ermenîstanê Edmon Marukyan jî li ser vîdeoya parvekirî nirxand. “Ji bo rejîma xwînmij û lepikên wê birçîkirina 120 hezar gelê Qerebaxê qet têrê nake. Niha jî qeşengê wan bi kuştinê hemû Ermenîyan tehdîd dike û xwîna wan vexwin. Ma em bi rastî di sedsala 21-an de ne? Ma cîhanek medenî li derekê heye?” Marukyan di mîkrobloga xwe ya “Twitter”ê de nivîsî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button