PoliticsTop

Azerbaycanê hîn erka hêzên aştiyê yên rûsî piştrast nekiriye, berteka hevkarên rûsî balkêş e: Serokê Meclîsa Neteweyî

Metirsiya operasyonên leşkerî heye, pir zêde ye, lê ne rast e ku mirov bibêje pêvajoya aştiyê xitimî ye, pêvajoyek heye ku nesekine. Serokê Meclisa Neteweyî Alen Sîmonyan duh li Meclîsa Neteweyê bi rojnamevanan re axivî.

“Ez difikirîm ku şaş e ku meriv jê re bibêje xitimandin, lê nayê wê wateyê, ku ew dikare ji bo Azerbaycanê ji bo provokasyonek din bibe amûrek pêşîlêgirtinê:” got Sîmonyan.

Bêyî her tiştî, li gorî Alen Sîmonyan, Ermenîstan her roj bi zêdekirina parastina welatê me re mijûl dibe.

“Heke muzakereyên herî baş hebin jî, em her roj mijûl bûne, em mijûl in û em ê bi zêdekirina parastina Ermenîstanê re mijûl bibin:” Alen Sîmonyan li ser bersiva pirsa gelo şansê Ermenîstanê heye ku pêşî li êrîşkariya leşkerî bigire an na, got.

Li ser daxuyaniya Nûnera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîya Zaxarova, ku gotibû, ku Rûsya daxuyaniyên serkirdayetiya Ermenîstanê wekî berdewamiya xeta, ku di lûtkeya bilind a Çiriya Pêşina 2022an de li Pragê di bin sîwana Yekîtiya Ewropayê de hat derbaskirin, dibîne hewldanên, ku berpirsiyariya çarenûsa Qerebaxê datine ser welatên sêyemîn, ji wijdana serokatiya Ermenistanê re tê hiştin, Alen Sîmonyan got:

“Heta niha pêşniyarên Rûsyayê her tim ji aliyê Ermenîstanê ve hatine qebûlkirin û pirsgirêk jî nepejirandina Azerbaycanê bû. Divê Wezareta Derve ya Rûsyayê zêdetir girîngiyê bide bersiva Azerbaycanê, ji ber ku Ermenîstan ji sed 99% rewşan her tim bi pêşniyarên Rûsyayê razî bûye. Heyf e ku Marîya Zaxarova bertekên Azerbaycanê nede ber çavan.”

Serokê Meclisa Neteweyî bal kişand ser wê yekê ku Rûsyayê jî daxuyaniya sê alî ya sala 2020an îmze kiriye, ji ber wê jî garantiya ewlehiya Artsaxê girtiye ser xwe.

“Di wê rewşê de, çima serokê Rûsyayê ew belge îmze kir, û çima hêzên aştiyê yên Rûsyayê li wir in?” Em bihesibînin ku aştîparêzên Çînî li wir rawestiyane, lê Rûsyayê berpirsyarî girtiye ser xwe, em dibêjin tiştekî wiha bûye. Ew qada berpirsiyariya aştîparêzên Rûsyayê ye. Li gor daxuyaniya sê alî ya sala 2020ê, hêzên aştiyê yên Rûsyayê ji bo wê erkê li wir in, ku me pesend kiriye, Azerbaycanê heta niha ew belge îmze nekiriye, balkêş e ku em zanibin reaksiyona hevkarên me yên rûsî di derbarê wê de, ku heta niha erka aştîparêzên rûsî Azerbaycan piştrast nekiribû. Ez meraq dikim çima di vî warî de bersiv nayê dayîn:” got Alen Sîmonyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button