Ji bo şampiyoniya helgirtina giraniyê, ya ku li Êrîvanê wê bê derbaskirin, 5 werzişen qeyda xwe tomar kirin. Navên wan li ser malpera fermî ya Federasyona Girangiriya Ewropayê di lîsteya dawî ya welatên beşdar de hatin weşandin.
Serokê Ofîsa Serokwezîrtiyê Araîk Harutyunyan beriya niha ragihandibû, ku Ermenîstan ewlehiya tîma Azerbaycanê garantî dike.
Şampiyonî wê di navbera 15-23ê Nîsanê de pêk were.