PoliticsTop

Ararat Mîrzoyan careke din behsa pêwîstiya şandina şandeke navdewletî bo Korîdora Laçînê kir

Serkirdayetiya leşkerî-siyasî ya Azerbaycanê paqijiya etnîkî amade dike. Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan li Moskovayê di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re axivî.

“Serdana min di şert û mercên aloziya li Başûrê Kafkasyayê û dorpêçkirina neyasayî ya Korîdora Laçînê ku zêdeyî 3 meh in berdewam dike de pêk tê.” Wezîr kiryarên Bakûyê wek binpêkirineke mezin ji erkên daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşin 2020an bi nav kir.

Wezîr bi bîr xist ku blokekirina Korîdora Laçînê ne tenê bûyera binpêkirina erkên Azerbaycanê ye. Wezîrê Karên Derva kuştina 3 xebatkarên beşa pasaportê ya Midûriyeta Emniyetê ya Qerebaxê ji aliyê Azerbaycanê ve di 5’ê Adarê de bi bîr xist.

Wezîratya Parastinê yê Federasyona Rûsyayê di 6ê Adarê de eşkere kir, ku bûyer ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye kirin. Wî her wiha got, ku armanca şandina hêzên aştîparêz ên Rûsî dabînkirina ewlehiya xelkê Qerebaxê ye, ji bo peydakirina şert û mercên jiyana normal.

“Nirxandina me yek e: Serkirdayetiya leşkerî û siyasî ya Azerbaycanê paqijiya etnîkî amade dike:” got Mîrzoyan. Li gorî wî, bêyî kêmkirina rola Federasyona Rûsyayê di avakirina agirbesta di sala 2020 de, pirsa pêwîstiya dabînkirina garantiyan ji bo gelê Qerebaxê û di wê wateyê de, pêwîstiya şandina mîsyonek navneteweyî bo Qerebax û Laçînê, mekanîzmayên navneteweyî yên ji bo pêşîgirtina li qirkirinê, derdikevin holê.

“Em hêvî dikin ku di vê mijarê de bi Federasyona Rûsyayê re hevkariyê bikin,” wezîr got.

Wî bi bîr xist ku di heman demê de Azerbaycan dagirkeriya xwe ya li ser axa Ermenîstanê didomîne. Bi ser de jî, serkirdayetiya Azerbaycanê hema hema tevahiya axa Ermenistanê îdîa dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button